Kampanya îmzeyan a “Ji Ocalan re Azadî” ku di qada navneteweyî ji bo azadiyar Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 6’ê îlonê, li Brukselê hate destpêkirin, berdewam dike. Di vê çavçoveyê de li Ermenîstanê jî îmze têne berhevkirin.
Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan de, di nava du rojan de li Êrîvanê bi hezaran îmze hatin berhevkirin.
Komîte û Şêwra Kurdan a li Ermeîstanê li du taxên navenda paytext Êrîvanê stand vekirin û îmze berhev kirin. Kampanya li rastî eleqeyek mezin a Ermeniyan hat. Bi taybet xwendekar û rewşenbîrên Ermenî eleqeyek mezin nîşan dan.
Di çaroveya kampanyayê de bi hezaran îmze hatin berhevkirin. Şaredariya Êrîvanê bi fermî destûr da ku îmze were berhevkirin û ev kampanya dê10 rojan li navenda Êrîvanê berdewam bike.
Seroka Komîteya Kurdistanê Jenya Qadir li ber standê daxuyaniyek daû diyar kir ku dê kampanyaya ji bo azadiya Ocalan heta sersalê bidome. Qadir bal kişand ku li di girîgehên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de girtiyên Kurd ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirine û banga piştgriyê kir. Qadir bêdengiya Ewropa û hêzên navneteweyi û helwesta dewleta Tirk bi tundî şermezar kir.