Li Eregliyê 3 girtiyên din ketin greva birçîbûnê
Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî dest bi grêva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.
Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî dest bi grêva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.
Bi dehan girtiyên siyasî ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê di 4’ê Cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bi dorveger kiribûn.
Grêva birçîbûnê ji 16’ê Mijdarê ve bi awayekî bêdawî û bêdorveger berdewam dike.
Girtiyên bi navên Îbrahîm Sutçu, Mehmet Işiktaş û Dilhas Kiliçoglû li ser telefonê ji malbatên xwe re gotin ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bûne.
Ji girtiyan Mehmet Işiktaş bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û wiha got: “Binpêkirinên mafan û tecrîda girankiriî ya li vir her ku çû girantir bû û li hemberî vê yekê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger her ku diçe berfirehtir dibe. Îro ez û hevalên min ên bi navên Dilhas Kiliçoglû û Îbrahîm Sutçu jî tev li grevê bûn. Girtîgeh bi t awayî daxwazên me bi cih nayne. Em hîn jî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Girtiyên nexweş ên giran hene. Hevalên me yên bê dest hene û di hucreyên yek kesî de nikarin pêwîstiyên xwe yên bingehîn bi cih bînin. Dema bêhnstendinê pir kin e. Em nikarin bêhnê bistînin. Xwarinên me ewqas xerab in ku nayên xwarin. Em nikarin pereyê xwe jî xerc bikin. Ji bo tiştên em ji kantînê dikirin jî sînor danîne. Dibêjin; ‘ev xwarin ên gardiyan in, hûn nikarin bistînin.’”
Bi domdarî Işiktaş got ku gardiyan zexta derûniyê li girtiyan dikin û wiha bi dawî kir: “Me li dijî wê tecrîdê ku wan bi xwe xistiye meriyetê dest bi greva birçîbûnê kiriye lê ji me re dibêjin; ‘heke hûn xwe birçî bihêlin ma em çi bikin.’ Nahêlin em silavê jî bidin hev. Hewl didin me bi tevahî îzole bikin û îradeya me têk bibin. Her roj kesên ji girtîgehên cuda hatine sirgûnkirin tînin vê derê û em nikarin navên wan teyît bikin.”