Li Enqereyê sê ciwan hatin destgîrkirin
Li Enqereyê bi hinceta ku qetlîama di 10’ê Cotmeha 2015’an de bi ‘nivîsandina nivîsên li ser dîwaran’ bi bîr anîne, sê ciwan hatin destgîrkirin.
Li Enqereyê bi hinceta ku qetlîama di 10’ê Cotmeha 2015’an de bi ‘nivîsandina nivîsên li ser dîwaran’ bi bîr anîne, sê ciwan hatin destgîrkirin.
Li semtên Maltepe, Cebecî, Esat, Seyranbaglari û Yenîmahalle yên navçeya Çankaya ya Enqereyê, têkildarî 6’emîn salvegera Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de bi hinceta ku li ser dîwaran nivîs nivîsandine 3 ciwanên endamên Federasyona Anarşîstên Şoreşger (DAF) hatin destgîrkirin. Hat hînbûn ku Îsmaîl Arikan, Zeynep Ulger û Guney Akgun ên hatine destgîrkirin birine Midûriyeta Polîsan a Yenîmahalleyê.
Ciwan piştre sewqî Edliyeya Enqereyê hatin kirin û wê li dozgeriyê îfadeyên wan were stendin.