Li Enqere û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin kirin
Li Enqere û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin û hate gotin: “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”
Li Enqere û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin û hate gotin: “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”
Înisiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 432’emîn a çalakiya xwe de li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û banga berdanê hate kirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Yozgatê ku nû hatiye vekirin, tên ragirtin. Di daxuyaniya ku pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin de Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê Îhsan Seylan axivî.
Seylan, da zanîn ku girtiyên rewşa wan giran ji derfetên tenduristiyê mehrûm tên hiştin, li cihên dûrî malbatên wan tên girtin û ewilî bal kişand ser rewşa Feyzî Ayzît ê 56 salî. Seylan, anî ziman ku Ayzît 30 sal in girtiye, cezayê lê hatiye birîn ketiye bin salekê û ev tişt gotin: “Ji ber Ayzît bi salan e di girtîgehê de ye hin pirsgirêkên tenduristiyê dijî, nexweşiyên wî yên mêlak û zerikê (Hepatît B) hene. Raporên têkildarî nexweşiyên wî hene.”
Seylan, rewşa Selîm Acar ê 47 salî ku 27 sal in di girtîgehê de ye vegot û bal kişand ser nexweşiyên wî yên zêde. Seylan, bal kişand ser rewşên Mehmet Nûrî Tiryakî yê 60 salî û 28 sal in di girtîgehê de ye.
Seylan herî dawî rewşa Kaya Şenel ragihand û da zanîn ku Şenel di 16’ê Gulanê ku da emeliyat bibe ji Girtîgeha Tîpa T a Samsûnê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Yozgatê hatiye kirin û tedawiya wî di nîvî de maye. Seylan, bi lêv kir ku divê girtiyên nexweş li nexweşxaneyeke baş bên dermankirin û diyar kir ku girtiyên nexweş yên nikarin di girtîgehê de bimînin jî divê bên berdan.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 560’emîn de çalakî li dar xist. Rêveberên ÎHD’ê û malbatên girtiyan tev li çalakiyê bûn û pankarta “Bila girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû were berdan” û “Mafê tedawiyê nayê astengkirin” vekirin. Endama Komîsyonê Hatîce Onaran daxuyanî da.
Onaran da zanîn ku Yûnûs Nîsgavlîoglû li Girtîgeha Afyonê tê ragirtin û nexweşiyên diyabet, milerus, hipertansiyon, penceşêra mêjî û hestî, di aliyê çepê yê mêjiyê wî de lezyon û hidrosefali heye û li gel van nexweşînan her wiha nikare biaxive, nikare xwarin bixwe û nikare bi rê ve biçe. Onaran destnîşan kir ku Nîsgavlîoglû li nexweşxaneya Dewletê ya Afyonê li benda emeliyata lezgîn e û ji 31’ê Cotmehê ve sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin lê ji ber ku av di mêjiyê wî de kom dibe entûbe bûye û nikare ji nava nivînan derkeve. Onaran xwest astengiyên li pêşiya tedawiya Nîsgavlîoglû bên rakirin û demildest bê berdan.