Li Enqere, Îzmîr û Hatayê serdegirtinên malan
Li Enqere, Îzmîr û Hatayê serdegirtinên malan
Li Enqere, Îzmîr û Hatayê serdegirtinên malan
Serdegirtinên malan ên ji ber berxwedana Geziyê hînê dewam dikin. Polîsan li Enqere, Îzmîr û Hatayê avêtin ser malên endamên ESP û KESK'ê û di encamê gelek kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin di encama serdegirtinên li Enqerê de Serokê Rêxistina ESP'ê ya Bajêr Fadîme Çelebî û endamên ESP'ê Orhan Çelebî, Bûrcû Arslan, Ezgî Îslam, rêveberê Egîtîm-Senê Bulent Salmanoglû û Mazlûm Çelîk hatin binçavkirin.
Hat hînbûn, endama ESP'ê Seda Baykan jî li mala hevalên xwe li Îzmîrê hatiye binçavkirin û ew ji vê derê birina mala xwe ya li Yamanlarê û li lêgerîn hatiye kirin. Tê gotin, ku Baykan wê bînin Enqerê.
Fikar tên kirin ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
Li Hatayê jî, endamê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Huseyîn Alî Kûdret, di encama serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.