Li Elmanyayê yekemcar koalîsyona 'rot-rot-grun' ava dibe
Li Elmanyayê yekemcar koalîsyona 'rot-rot-grun' ava dibe
Li Elmanyayê yekemcar koalîsyona 'rot-rot-grun' ava dibe
Li Elmanyayê yekemcar hikûmetek ji sosyalîstên demokratîk, demokratên sosyal û keskan 'sor-sor-kesk (rot-rot-grun)' ava dibe. Bi temambûna hevdîtinên koalîsyonê yên li eyaleta Thurîngenê re, Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ku ji dema yekbûna her du Elmanyayan û vir ve li ser desthilatdariyê bû, wê cara yekemîn bibe mûxalefet.
Di hevdîtinên koalîsyonê yên di navbera Partiya Çep (Die Linke) ku di hilbijartinên parlamenta eyaletê yên meha Îlonê de weke partiya duyemîn hat hilbijartin, Partiya Demokratên Sosyal (SPD) û Keskî (Die Grunen) de, lihevkirin çêbû. Eger endamên partiyên Die Linke û Keskan erê bikin û di 5'ê Kanûnê de dengê pêbaweriyê werbigire, wê li Elmanyayê yekemcar Serokwezîrekî Die Linke were hilbijartin.
Koalîsyona her sê partiyan ku weke 'sor-sor-kesk' tê, li Elmanyayê rewşeke nû ye. Di encama hevdîtinan de, wê detayên li ser polîtîkaya 5 salên pêş ên eyaleta Thurîngenê îro bên aşkerakirin.
Tê gotin ku her sê partî li ser mijarên; ji bo dibistanên dayikê ji malbatan pere neyê girtin, ji dibistanên taybet re hîn bêtir alîkarî bê dayîn, sîxurên Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn bi tenê di çarçoveya 'têkoşîna li dijî terorê' de karê sîxuriyê bikin, ji mirovên xwedî hatineyeke kêm derfetên kar ên bi piştgiriya dewletê bên dayîn û hejmara herêmên îdarî ku 17 ye, bê kêmkirin, li hev kirine.
Di koalîsyona her sê partiyan de, wezîfeya Serokwezaretiyê wê ji aliyê endamê Die Linke Bodo Ramelow ve were meşandin.
Di hilbijartinên Parlamenta Eyaleta Thurîngen ên 14'ê Îlonê de, CDU ya 24 sal bû li ser desthilatdariyê bû ji sedî 33,5 ê dengan dîsa bûbû partiya yekemîn, Die Linke bi rêjeya ji sedî 28,2 ê dengan bûbû partiya duyemîn. Hevalbendê koalîsyona federal ê CDU SPD jî ji sedî 12,4 ê dengan stendibû û bûbû partiya sêyemîn, lê SPD di hevdîtinên koalîsyonê de bi Die Linke re li hev kiribû. Partiya Keskan jî ji sedî 7,7 ê dengan stendibû.