Li Elmanyayê ji koma Rockciyan binçavkirin

Li Elmanyayê li dijî koma bi navê Osmaniyan a Elmanyayê ku têkiliyên wan bi MÎT’ê re derketibûn holê operasyonek hate lidarxistin, li Gelsenkîrchenê jî ji koma Kurd a bi navê Bahoz henek kes hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku li Gelsenkîrchen di lêgerîna li 4 avahiyan de gelek kêr, çêkên bi armaca tirsandinê û alavên mîna dar ku di êrîşan de tên bikaranîn hatin desteserkirin. Li vir di lêgerînan de 2 kes bi demkî hatin binçavkirin.

Di operasyonên li bajarê Gießen de hate lidarxistin, ji komeke ku bi navê Bahoz 10 kes hatin binçavkirin. Li gel zarokên ku temenê wan di navbera 18-35’an de dest danîn ser hinek alavên ne qanûnî jî û hat diyarkirin ku ji sucê ku êrîşî çeteyên Tirkan kirine hatine binçavkirin.