Li Elmanyayê hikûmeta Federal û eyaletan di mijara penaberan de li hev kir
Li Elmanyayê hikûmeta Federal û eyaletan di mijara penaberan de li hev kir
Li Elmanyayê hikûmeta Federal û eyaletan di mijara penaberan de li hev kir
Li Elmanyayê ji bo ku lêçûna ji bo penaberên ku her diçe hejmara wan zêde dibe, bê çareserkirin, hikûmeta Federal û Eyaletan li hev kir. Eyalet ji bo lêçûnên ji penaberan re yên salên 2015-2016’an wê ji butçeya federal mîlyarek euro alîkarî bigirin.
Tê payîn ku heta dawiya vê salê dê nêzî 200 hezar serlêdanên penabertiyê ji bo Elmanyayê bên kirin û her wiha ji bo lêçûnên penaberan yên wekê cih, tenduristî û perwerdeyê hikûmeta Federal û eyaletan li hev kir. Ji butçeyên federal ji bo eyaletan di navbera sala 2015-2016’an de wê 500 mîlyon bê veguhestin û ev pere nîvê wê heta sala 2020’an şûnde bê dayîn.
Li beramberî vê lihevkirinê, eyaletan jî duh li Meclîsa Eyaletan (Bundesrat) qanûnên der barê alîkariya ji bo welatiyên YE û penaberan re erê kirin. Bi qanûnên nû re welatiyên Elmanyayê piştî hatin Elmanyayê wê di nava 6 mehan de kar bibînin.
Li Elmanyayê welatiyên YE’yê ji bo ku alîkariyê bigirin belgeyên sexte yan jî agahdariyê baş bikin wê ketina wan a welat bê qedexekirin û cezayên girtîgehê bigirin. Welatiyên YE’yê ji bo ku li Elmanyayê pereyên zarokan jî bigirin divê numareya ji welatê xwe girtine ragîhanin. Bi saya numareya bacê, wê bê tespîtkirin ku van kesan li welatê xwe alîkariya zarokan negirtiye.
Di qanûnên nû de der barê xebitandina karkerên qeçax û mêtingeriya penaberan de tedbîrên tund hene.
Di salên 2000’î de serlêdanên penabertiyê heta ji sedî 40 paşve çû û di salên dawî de dîsa zêdebûnek cidî heye. Sala buhrî 127 hezar kesî serlêdana penabertiyê kir û îsal jî di 10 mehên salê de 158 kesî serlêdan kir. Yên ku serlêdan kiribû jê 135 hezar û 600 yekem car ketin welat û 22 hezar û 500 jî cara duyem serlêdana penabertiyê kirine. Tê payîn ku ev hejmar heta dawiya salê bibe 200 hezar.