Li Êlihê 8 kes hatin binçavkirin

Li Êlihê 8 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li Êlihê 8 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de serdegirtinên malan, binçavkirin û girtin dewam dikin. Li Êlihê polîsan duh bi şev avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de xebatkarê Meclîsa Ciwanan a Êlihê ya DBP'ê Azîz Okay jî di nav de Îbrahîm Bûlût, Erkan Akti, Îslam Sevgî, Mehmet Tatar, Zehra Sûdemîr û kesekî navê wî nehat zanîn, bi îdîaya "Tevlî çalakiyê ji bo Kobanê bûne" hatin binçavkirin. 8 binçavirî birîn şaxê siyasî ya Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê û tê gotin ku hejmara binçavkiriyan dikare zêde bibe."