Li Egeyê qirkirina siyasî: Herî kêm 16 kes hatin destgîrkirin
Li Îzmîr û Manîsayê dayika aştiyê Şukriye Kizildag (70) jî di nav de 16 kes hatin destgîrkirin.
Li Îzmîr û Manîsayê dayika aştiyê Şukriye Kizildag (70) jî di nav de 16 kes hatin destgîrkirin.
Li Îzmîr û Manîsayê vê sibehê polîsan di operasyonên qirkirina siyasî de girte ser mala endam û rêveberên EGE-TÛHAYDER, DÎAYDER û ANYAKAY-DER’ê. Hate ragihandin di serdegirtinan de herî kêm 16 kes hatin destgîrkirin.
Di heman demê de polîsan girtin ser avahiya EGE-TÛHAYDER’ê ya li Konaka Îzmîrê û dest danî ser gelek materyalan.
Li Manîsayê jî dayika aştiyê Şukriye Kizildag (70) hate destgîrkirin. Hate diyarkirin 4 kesên li Manîsayê hatine destgîrkirin anîne Îzmîrê. Kesên hatine destgîrkirin jî li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Îzmîrê ne.