Li Efganistanê li hemberî seferatxaneya Hindistanê êrîş
Li Efganistanê li hemberî seferatxaneya Hindistanê êrîş
Li Efganistanê li hemberî seferatxaneya Hindistanê êrîş
Li Rojhilatê Efganistanê li bajarê Celalabad êrîşeke întîxarî ya ku seferatxaneya Hindistanê hedef girt pêk hat û 9 sivîl mirin, 23 kes birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya polîsan 3 çalakgerên întîxarî, teqemeniyên li ser xwe li ber bariyerên avahiyê teqandine.
Di teqîna ku di saetên serê sibê de pêk hatiye şûnde, saetekê dengê çekan hatiye.
Hate hînbûnku ji kesên mirine gelek yên ku diçûn mizgeftê bûn û di êrîşa ku 23 kes birîndar bûnde, gelek qurbanî zarok bûne.
Rayedarên Hîntî diyar kir ku yên ku mirine an jî birîndar bûne ne welatiyên Hindistanê bûne.
Kesî êrîş negirt ser xwe. Berdevkê Talîban diyar kir ku tu eleqeya wan bi êrîşê nîne.
Li Efganîstanê nûneriyên Hindistanê berê jî bibûn hedefa êrîşan. Di 2008 û 2009’an de êrîşên li hemberî seferatxaneya Hindistanê ya Qabîlê pêk hatin de bi dehan kes miribûn.