Li navçeya Yuregîrê ya Edeneyê yekîneyên polîsan bi ser gelek malan de girtin û 8 kes girtin binçavan.
Yekîneyen Midûriyeta Polîsan ên TEM'ê serê sibê li taxên Anadolu û 19 Mayisê yên navçeya Yuregîra Edeneyê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Mehmet Nurî Teymur, Remzî Karacan, Hasan Toy, Adnan Karataş, Zekî Akcan, Eyup Yuce, Mehmet Budak û Abdurrahman Oguz girtin binçavan. 8 kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polisan a Edeneyê. Sedema binçavkirina 8 kesan nehat zanîn.