Li Edeneyê meşa 'Azadiya Ocalan azadiya me ye'

Li Edeneyê meşa 'Azadiya Ocalan azadiya me ye'

Li bajarê Tirkiye Edeneyê bi hezaran Kurd bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û dawî li tecrîdê bê kom bûn, meşa "Azadiya Ocalan azaiya me ye" pêk anîn.

Bi hezaran kesên bi organîzeya Înîsiyatifa Gel a Çukurovayê li taxa Hurriyetê ya navçeya Seyhanê kom bûn; bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û pêşengên tevgera şereşger a Tirkiyeyê Îbrahim Kaypakkaya, Orhan Bakir û peşengên PKK'ê Haki Karer, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik, Mahmut Zengin bibîr bînin meşa "Azadiya Ocalan azaiya me ye" pêk anîn.

Bi hezaran kesên li taxê kom bûn ligel nûnertiya BDP'ê ya Hurriyetê civiyan û heta Nûnertiya BDP'ê ya Barbarosê meş pêk anîn. Di meşê de girsê pankarta "Amed rabe ser piyan dem dema serhildanê ye", "Duh Helepçe îro Roboskî" û "Azadiya Ocalan Azadya me ye" vekirin. Girsê li gel posterên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan alên PKK'ê bilind kirin. Dîsa dowîzên "Şehit namirin", "An azadi an azadi" û "Di rêja Hakkî Karer de ber bi azadiyê ve" bilind kirin. Girsê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Ocalan Ocalan" û "Bê serok jiyan nabe" berz kirin. Girse dema di ber avahiya PTT'ê ya Yenîbey re derbas bûn avahî dan ber keviran. Girkê bi dirûşmeyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Girsê piştî meşê duriyana Metro li trafîkê girt. û tercîd protesto kir.