Li Edeneyê hezaran herikîn mîtînga ku “Ji darbeyê re na, demokrasî niha”

Li Edeneyê bi hezaran kes herikîn mîtînga HDP’ê ya ku bi şiyara “Ji darbeyê re na, demokrasî niha” ku tê lidarxisin bûn.

Bi beşdariya Heseroka Giştî ya HDP’ê Fîgan Yuksekdag a mîtînga ku bi şiyara “Ji darbeyan re na, demokrasî” ya ku li navçeya Seyhan a Edeneyê û beşdariya herzaran ve destpê kir. Ji bo mîtînga ku li pêşiya avahiya nûnertiya HDP’ê ya ku li Taxa Firat a naçeyê hate lidarxisin, qad ji beriya saetan bi alên HDP’ê hatibûn xemilandin.

Bi avahiyên bilind ve pankartên mîna “Bi înad aştî, bi înad azadî”, “Xwedî li siberoja xwe derdikevim, li dijî darbeyan li ber xwe didim” û “Ji tecrîdê re na” hatin daliqandin.

Welatiyên ku germahiya çelê ne li xema wan ji beriya çend saetan ve herikîn qada ku mîtîng were lidar xistin, bi alên HDP’ê ve qada mîtîngê tijî dikin.

Li qada mîtîngê ya ku gel diherike piraniya jinan û coşa wan derdikeve pêş çavan.

Ji beriya bername destpê bike her kêliya ku diçe jimara gel zêde dibe, li qadê dirûşmên mîna “Ji darbeyan re na, demokrasî niha”, “Zext nikarin me bişkînin” û “Wê tecrîda Îmraliyê gel bişkînin” tê qîrkirin.