Li Edeneyê ji 14 xwendekarên di navde xebatkara Rojnameya Azadiya Welat Hediye Ozbay jî heye hatin binçavkirin jê 6 xwendekar bi îdîaya "Li ser navê rêxistinê sûc kiriye" û "Propaganda rêxistinê kiriye" hatin girtin. Ji destpêka meha gulanê ve herî kêm 104 xwendekar hatin binçavkirin.
Li Edeneyê du roj berê polîsan bi ser gelek malan de girt û di navde Xebatkara Rojnayea Azadiya Welat Hediye Ozbay jî heye 13 xwendekarên Zanîngeha Çukurovayê (ÇU) binçavkirin. Li Midûriyeta Polîsan Didem Bilgiç û Safiye Algur serbest hatin berdan û Xebatkara Azadiya Welat Hediye Ozbay û xwendekarên zanîngehê Aliye Eruz, Renziye Duran, Murat Apakhan, Yusuf Utma, Selma Polat, Serdar Dundar, Seyithan Dede, Ridvan Îmre, Cihat Ayik, Tayar Korkmaz û Meryen Guneylî, sewqî edliyeyê kirin.
Dozgeriyê jî piştî îfadeya 12 kesan girt Ozbay û Dundar serbest berdan û 9 kesên bi navê Eruz, Duran, Apakhan, Utma, Polat, Dede, Îmre, Ayik, Korkmaz û Guneylî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgeehe jî Eruz, Korkmaz, Ayık û Guneylî serbest berdan û Duran, Apakhan, Utma, Polat, Dede û Ýmre, jî bi îdîaya "Li ser navê rêxistinê sûc kiriye" û "Propaganda rêxistinê kiriye" girtin û şandin girtîgehê.
DI 14 ROJAN DE 104 XWENDEKAR HATIN BINÇAVKIRIN
Di 11’ê gulanê de, di encama serdegirtina malên xwendekaran li Çewlikê 6 xwendekar hatin binçavkirin. Li gorî bîlançoya ANF’ê ji 1-14’ê gulanê herî kêm 104 xwendekar hatin binçavkirin. Doza xwendekarê Kurd Cîhan Kirmizigul a ji ber “poşiyê” li 14. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat, dadgehê di 11’ê gulanê de 33 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da Kirmizigul û piştre ceza daxist 11 sal û 3 mehan.
Di meha nîsanê de 116 xwendekar hatin binavçkirin û bi dehan hatin girtin. Her wiha, di adarê de jî nêzî 100 xwendekar hatibûn binçavkirin.
Di dema rejîma AKP’ê de Tirkiye bû mezintirîn girtîgeha xwendekaran. Heta niha herî kêm 600 xwendekar di girtîgehan de ne.