Li Duzxûrmatû'yê di nava 10 mehan de 240 teqîn
Li Duzxûrmatû'yê di nava 10 mehan de 240 teqîn
Li Duzxûrmatû'yê di nava 10 mehan de 240 teqîn
Li navçeya Duzxûrmatû ya Başûrê Kurdistanê, hat ragihandin ku li gorî par hejmara êrîşên bombeyî kêm bûye.
Rayedarên Emniyeta Navçeya Duzxûrtmatû ya Kerkûkê dan xuyakirin, ku bi hatine pêşmergeyan re êrîşên bombeyî yên li navçeyê gelekî kêm bûne. Di 10 mehên destpêkê yên vê salê de 120 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Berpirsyarê Asayîşa Duzxûrmatû Farûq Ehmed ji Rojnewsê re axivî û got, "Li gorî agahiyên stastîkî yên di destê me de, ji meha Hezîranê dema bicihbûna pêşmergeyan li navend û derdora navçeyê û vir ve, hejmara êrîşên xwekujî û bombeyî, gelekî kêm bûye."
Berpirsyarê Asayîşa Navçeyê Ehmed ev agahî parve kir: "Di 10 mehên bihurî de li navçeyê 240 teqînan rû dane. Di van teqînan de bi giştîo 120 kesan jiyana xwe ji dest dane, 650 kes jî birîndar bûne. Beşek ji van bûyeran di dema beriya hatina pêşmergeyan de rû dane. Eger nirxandineke giştî were kirin, li gorî sala derbasbûyî hejmara êrîşên xwekujî û bombeyî, bi balkêşî kêm bûye. Em vê kêmbûnê, bi bicihbûna pêşmergeyan li herêmê ve girê didin."
Farûq Ehmed diyar kir ku rêjaya kêmbûna teqînan ji sedî 50 ye.