Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng
BI DÎMEN

Li Dusseldorfê meşa ‘NA’ destpê kir

Li Dusseldorfê, meşa NA ya ku bi şîara ‘Ji dîktadoriya yek kesî, faşîzm û serokatiyê re NA’ destpê kir.

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê  bi pêşengtiya Platforma NA meşa ‘Ji dîktadoriya yek kesî, faşîzm û serokatiyê re NA’ bi beşdariya hezaran kesan ve destpê kir.

Gel di saet 14’an de li ber DGB Hausê kombûn, bi durişmên “Terorîst Erdogan”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Bimire faşîzm”  berz kirin û ber bi qada Johhannes Rau Platz a ku wê mîtîng lê pêk were dimeşin.