Li Draguinanê ji bo Topçu taziye
Li Draguinanê ji bo Topçu taziye
Li Draguinanê ji bo Topçu taziye
Ji bo şervanê YPG’ê Sedat Topçu (Seyîdxanê Mûşê) yê ku tevî 8 hevalên xwe li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Draguinanê taziye hate danîn.
Ji bo şervanê YPG’ê Sedat Topçu (Seyîdxanê Mûşê) yê ku roja 7’ê Cotmehê di berxwedana Kobanê de tevî 8 hevalên xwe ji jiyana xwe ji dest dan, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan a bajarê Draguinan a Franseyê taziye hate dayin.
Taziye bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Di axaftinên hatin kirin de banga xwedîderketina li berxwedana Kobanê hate kirin.
Taziye wê roja Çarşemê bi mewlûda ku wê ji bo şervanê YPG’ê Topçu û şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bê dayin, bi dawî bibe.
