Li Dortyol, Erzîn û Skenderûnê gelek kes hatin binçavkirin

Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Dortyolê Halîl Babariz, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Erzînê Diyadîn Sircan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Vê sibehê li navçeyên Dortyol, Erzîn û Skenderûn ên Hatayê polîsên Tirk bi ser malan de girtin, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Dortyolê Halîl Babariz, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Erzînê Diyadîn Sircan, rêveberê HDP’ê yê navçeyê Mahmût Adar, Velî Tûna, Vahît Tûna, Fîkret Tekîn, Sircan û Bedrî Oktay jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Hate ragihandin ku kesên binçavkirî li midûryetên emniyetê yên navçeyê tên ragirtin.

Her wiha hate îfadekirin ku polîsan bi ser mala Hevseroka berê ya HDP’a Skenderûnê Fatma Gureş jî girtine, lê ji ber Gureş ne li malê bû, nehatiye binçavkirin.