Li Dortmundê standa îmzeyan a 'Ji Ocalan re Azadî'

Li Dortmundê standa îmzeyan a 'Ji Ocalan re Azadî'

Komîsyona ciwanên Kurd a li Dortmundê dixebite, di çarçoveya kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” de ya ku di qada navneteweyî de hatiye destpêkirin li Dormundê standek a îmzeyan vekirin û bi sedan îmze berhev kirin.

Ciwanên Kurd vê hefteyê li ser şeqama herî qelebalix a li Dortmundê standek vekirin û zêdetirê hezar îmze berhev kirin. Ciwanan di standa xwe de bal kişand ser rewş a Ocalan û der barê tecrîdê de agahî dan.

Di çarçoveya kampanyayê de hemû rêxistin û komeleyên Kurdan ên Dortmundê dixebitin. Kurdan li bajêr di meha îlonê de bi hezaran îmze berhev kirin. Saziyên Kurdan ên li Dortmundê ragihandin ku heta negihin hedefa xwe dê xebatên xwe bidomînin.