Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Elmanyayê Dortmundê bi çalakiyekî hat şermezarkirin. Nêzî 3 hezar kes tevli çalakiyê bûn û bi posterê rêberê xwe tecrîda li hemberî wî şermezar kir.
Kurdên li eyaleta Northeîn-Westfallen (NRW) dijîn komploya di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de hat lidarxisti di 13’emîn salvegera wê de bi çalakiyêk girseyî şermezar kir.
Meşa şermezarkirina komployê bi tevlibûna kurdên li bajarên Koln, Bon, Dusseldorf, Duîsburg, Essen û Bîelefeldê dijîn hate lidarxistin. Endamên partiyên çepa tirkan jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de posterên Ocalan û pankart hatin vekirin. Piştî meşê bi şîara “Heta azadiya rêber berxwedana bênavber” li navenda bajar mitîngek hat lidarxistin.
Seroka YEK-KOM’ê Yuksel Koç di mitîngê de axivî û balkişand ser rewşa Ocalan. Koç got ku dewleta Tirk di neçareseriyê de israr dike û wiha pêde çû: “Tekane rêya çareseriya pirsgirêka kurd îro rêyên aştiyane û demokratîk in. Muxatabê çareseriyê jî diyare. Abdullah Ocalan û Qendîle. Wekî berî bi hevdîtinên nepenî yên Osloyê ev kar naçe serî. Lazime samiyet hebe.”
Mitîn piştî axaftinan bi sloganên ji bo Ocalan bi dawî bû.