Li Dîlokê biryara êrîşên li dijî Kurdan hate dayîn
Li Dîlokê biryara êrîşên li dijî Kurdan hate dayîn
Li Dîlokê biryara êrîşên li dijî Kurdan hate dayîn
Hate ragihandin ku biryara êrîşên li dijî gelê Kurd ê li herêma Helebê, di civîna 70 fermandarên Artêşa Azad ku di 26’ê Tîrmehê de li bajarê Dîlokê (Entap) hatibû lidarxistin de hatiye dayîn. Hate gotin ku di civînê de Endamê Konseya Leşkerî ya Sûriyeyê Ebdulcabbar El-Akîdî gotiye “Êdî dema derxistina Kurdan a ji herêmên Sûriyeyê hatiye”. Balkêş e ku piştî vê civînê êrîşên li Til Eran û Til Hasil destpê kirin û niha jî Kurdên li Minbic û derdora wê têne tehdîtkirin.
Biryara êrîşên dawî yên li dijî Kurdên Rojava û herêma Helebê dîsa li Tirkiyeyê hate dayîn. Beriya niha bi gelek belge û dîmenan derketibû holê ku Tirkiye piştgiriya komên çete dike, wan dihewîne û civîna dide çêkirin. Her wiha di daxuyaniyên hinek rayedarên Tirkiyeyê de jî ev yek hatibû îtîrafkirin. Hate ragihandin ku êrîşên dawî jî dîsa li Tirkiyeyê hatine plankirin.
LI DÎLOKÊ CIVIYAN
Piştî ku bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di 17’ê Tîrmehê de ji komên çete hate rizgarkirin, 70 fermandarên Artêşa Azad di 26’ê Tîrmehê de li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê civînek li dar xistin. Civîn di çapemeniya Tirk de jî weke nûçe cih girt û li gorî van nûçeyan civîn bi malovaniya Weqfa Perwerde, Çand û Piştevaniyê ya Bulbulzade pêk hatiye. Di civînê de bi taybetî li ser pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê yên di navbera hêzên YPG’ê û komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra axaftin hatine kirin.
Li gorî çapemeniya Tirk, Serokê Konseya Leşkerî ya Helebê ya Artêşa Azad Albay Abdulcabbar El-Akîdî, di civînê de PYD bi alîgiriya rejîma Baasê tawanbar kiriye. Her wiha Fermandarê Tugaya Nurettîn Zengî Tevfîk Şehabettîn jî gotiye ku ew bihostek axa Sûriyeyê jî nadin tu kesî û destûr nadin parçekirinê. Dîsa Endamê Konseya Leşkerî ya Sûriyeyê Ebdulcabbar El-Akîdî di civînê de gotiye “Êdî dema tunekirina Kurdan û derxistina wan a ji herêmên Sûriyeyê hatiye.”
NAVENDA CIVÎNAN JI RIHAYÊ BIRIN DÎLOKÊ
Li aliyekî din ve hate gotin ku piştî Serêkaniyê ji destê komên çete hate girtin, navenda civînên komên çekdar û rayedarên Tirk jî, ji bajarê Rihayê birine Dîlokê. Hat zanîn ku sedema vê guhertinê jî ew e ku Serêkaniyê ji destê koman hatiye derxistin, loma bandora wan nemaye, her wiha Dîlok jî zêdetirîn nêzî Helebê ye.
PIŞTÎ CIVÎNÊ ÊRÎŞAN DESTPÊ KIR
Balkêş e ku 2 roj piştî vê civînê yanî di 29’ê Tîrmehê de komên çekdar li bajarokên Til Eran û Til Hasil ku piranî welatiyên Kurd lê dijîn, êrîş pêk anîn. Di van êrîşên ku ev 5 roj in dom dikin de malên Kurdan hatin talankirin, li hemberî welatiyan hovîtî hate kirin, zêdetirî 70 kesî hatin kuştin û 350 kes jî hatin revandin.
KURDÊN LI HERÊMA HELEBÊ DI TALÛKEYÊ DE NE
Ji bilî van herêman bajarokên Kubeysîn, Cerablûs, Minbic ên girêdayî Helebê û 5 gundên girêdayî wan ku piranî Kurd lê dijîn jî dibin talûkeyê de ne. Li Til Hasil û Til Eran, gundên girêdayî wan nêzî 40 hezar Kurd hene. Hate ragihandin ku hemû Kurdên li vê herêmê dijîn di bin talûkeya êrîş û komkujiyan de ne. Dîsa fikar heye ku Êrîl li Minbic, Cerablus, Tel Eran, Kebra, Kefer Zixir û Eraz belav bibin.
EL NUSRA AMADEKARIYA KOMKUJIYEK DIN DIKE
Piştî êrîşên komkujiyê yên li bajarokên Til Eran û Til Halîs vê carê çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/ Eniya El Nusra û komên girêdayî Artêşa Azad vê carê jî dixwazin li bajarê Minbic ku hemwelatiyên Kurd û Ereb bi hev re dijîn, komkujiyek din bikin. Agahiyên ji bajêr tên û daxuyaniya li ser navê Meclîsa “Şoreşê” ya Minbic a Artêşa Azad hatiye dayîn vê fikarê zêde dike. Hate zanîn ji gelê Kurd hatiye xwestin Mala Gel ya Minbic bigirin û li bajêr tu saziyên Kurd nemînin. Çavkaniyên herêmê didin diyar kirin ev amadekariya komkujiyan e. Çavkaniyan ragihandin ku rêya çûnûhatina Kobanê ji aliyê van çeteyan ve hatiye girtin.