Li dijî xwendekaran êrîşa faşîst
Li dijî xwendekaran êrîşa faşîst
Li dijî xwendekaran êrîşa faşîst
Xwendekarên Kurd, şoreşger û demokrat ên li Zanîngeha Çokurova ya Edeneyê rastî êrîşa komeke faşîstên Tirk hatin. Polîs li şûna êrîşkaran asteng bikin, 8 xwendekarên rastî êrîşê hatin, binçav kirin.
Xwendekarên Kurd, şoreşger û demokrat ên li Zanîngeha Çokurova ya Edeneyê rastî êrîşên komeke faşîşt a bi kêr û daran hat. Piştî xwendekarên rastî êrîşê hatin bersiv dan, bûyer mezin bûn. Polîsên hatin cihê bûyerê li şûna êrîşkaran asteng bikin, 8 xwendekarên rastî êrîşê hatin, binçav kirin. Polîsan ti mudaxeleyê li koma faşîstan nekirin.
Piştî bûyeran xwendekar li ber deriyê xwaringehê li hev kom bûn, li vê derê jî li rastî êrîşeke din a xwendekarên faşîst û polîsan hatin, xwendekarên jin ji aliyê polîsan ve hatin tacîzkirin, kelepçeyên plastîk li destê wan xistin, di erdê re kaş kirin û binçav kirin. Xwendekarên bi navê Pelîn Songul Çîftçî, Derya Oruç, Bahar Ateş, Denîz Uslu, Gulşah Balkin, Songul Bozkurt û xwendekarên bi navê Bêrîvan û Mesût ku paşnavên wan nehat zanîn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û şandin Midûriyeta Emniyeta Edeneyê.
Xwendekaran nerazîbûn nîşanî êrîşa nîjadperest û polîsan û binçavkirina xwendekarên rastî êrîşê hatin, dan.