Komîserê ji Berfirehkirina Yekitiya Ewropayê Berpirs Stephan Fule, li Enqereyê di hevdîtinên bi rêxistinên girseyî yên demokratîk re pêk anî de li rastî pêla rexneyan hat.
Fule di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Enqereyê de, li Hilton Otelê bi nunerên sazî û rêxistinên sivîl re hevdîtine bi qasî 2 demjimêran pêk anî. Fule di civînê de li rastî rexneyan hat.
Li ser navê hevzayendan nunerê KAOS/GL çûn Alî Erol û nunera Pembe Hayat Elçîn Kurbanolgû beşdarî civînê bûn û pêkanînên hikûmeta AKP’ê ya li hemberî wan anî rojevê û got; “Dest ji rêxistinkirinê berdin, mafê me tune ku em li kolanan bimeşin, jî.”
Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar jî di axaftian xwe Komkujiya Roboskiyê anî rojevê. Aktar destnîşan kir ku 5 meh bi ser re derbas bûn û got; “34 hemwelatiyên me yên sivîl hatin kuştin, lê îfadeya kesek tenê jî nehat girtin. Ez parêzerek im, hema bêje ji bo hemû axaftinên ku ez dikim, ji bo îfadeyê bangî min dikin.”
Ercan Geçmez jî li ser navê Elewiyan axivî û cemxane û dersa olî ya neçarî anî rojevê û got; “Divê Diyanet were rakirin, lê heta niha tu pêngavek nehatiye avêtin. Ger neyê rakirin jî divê mesheb wekhev bin.”
Li ser navê DÎSK’ê jî Metîn Ebeturk axivî û bal kişand ser pêşnûmeya nû ya hikûmetê ya ji bo kar û got; “Mafên sendîkal têne sînordarkirin. Ne ber bi pêş, ber bi paş ve diçe.”
Goç-Derê jî der barê gundên li Kurdistanê hatine valakirin de axivî û li ser navê komeleyê Selahaddin Genç got; “Mirov bi darê zorê ji gundan hatin derxistin û niha jî ev tengazî heye. Tu pêngavek nehatiye avêtin.
Nunerê Komeleya Roman a Edîrneyê jî got; “Me ji cih û warên me dikin, em dişînin cihên dûr” û bal kişand ser nerehetiya wan a li hember hikûmet AKP’ê.
Li ser navê Pêşitevaniya Jinan Nazik Işik j îgot; “Di mijara tundiya li dijî jinê de tu pêngavek nayê avêtin. Hema bêje rojane pênç jin tên kuştin.
erokê Giştî yê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) Ahmet Abakay,jî got; “We gelek qîma xwe bi vê hikûmetê anî. Lê hikûmeta AKP’ê di meseleya demokrasiyê de ne ji dil e. Hûn jî dizanin ku zêdetirê 90 rojnamevan li Tirkiyeyê girtî ne. Dozên der barê rojnamevan û nivîskaran de gihişt nêzîkê 10 hezarî.” Abakay destnîşan kir ku Serokwezîr bi aşkereyî gef li rojnamevanan xwariye û got; “Herî dawî di bûyera Bekîr Coşgun de hat dîtin. Ji nivîsa rojnameyê re got “Ji pênûsa vî mêrikî pîsatî diherike” û ew tawanbar kir. Piştre bang li paşayan kir ku doz li vî vebikin.”