Li dijî şîdetê banga hevdîtina li sînor
Li dijî şîdetê banga hevdîtina li sînor
Li dijî şîdetê banga hevdîtina li sînor
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Hemberî Jinê ya Navneteweyî ji xeta sînor bangek din jî hat. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan û Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel ku li sînor nobetê digirin, diyar kirin ku îsal di 25’ê Mijdarê de li benda hemû jinan e ku bên sînor.
Ji bo bernameya 25’ê Mijdarê ya li sînor bang didomin. Bangek jî ji Parlamentera HDP’ê Nursel Aydogan û Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel hat. Aydogan der barê 25’ê Mijdarê de axivî û diyar kir ku şîdet, taciz û tecawiza li hemberî jinê gerdûnî ye û got: “Li Tirkiyeyê û hemû cîhanê gelek kes rastî tecawizê, taciz û şîdetê tên. Têkoşîna li dijî şîdet û tecawizê têkoşîna me ya esas e."
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞÎDETÊ BERDEWAME
Aydogan diyar kir ku DAIŞ êrîşî her bawerî û çandê dike û got: “Li dijî van êrîşan berxwedanek mezin heye. Bi pêşengiya YPJ’ê berxwedanek mezin tê dayîn û ji hemû jinan re pêşengiyê dike. Em di 25’ê Mijdarê de hemû şehîdan di şexsê Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya de bibîr tînin.”
HEMÛ JIN BERÊ XWE BIDIN PIRSÛSÊ
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel jî diyar kir ku wê di 25’ê mijdarê de berê xwe bidin Pirsûsê û got ku li dijî her cureyê şîdetê jinên her çar parçeyên Kurdistanê, hemû jinên Tirkiyeyê divê xwedî li vê têkoşînê derkevin û li dijî taciz û tecawizê têkoşîna xwe bilind bikin.

