Li dijî serfiraziya neqenciyê

Hîtler, 27’ê Sibata 1932’an Reîchstag bi ser komunîstan de hilweşand, ji bo Naziyan, ji bo ku desthilatdariyê bi dest bixin rê vekir. Erdogan jî, ji bo şerê navxwe yê dewletê got,’’siûda Xwedê’ ye ber bi faşîzmeke ku gav bi gav bi sazûman dike meşiya.

Seyr e, dîrok tim dubare dike?

Hîtler 23’yê Adara 1933’yan bi ‘’Yasaya Rakirina Tengezariya Nav Gel û Împaratoriyê’ gava pêşî demokrasiya parlamenter bi fermî rakir û bi pêvajoyê re hem bû Şansolye û hem jî bû Serokomar. Erdogan 20’ê Tîrmeha 2016’an Rewşa Awarte ragihand, bi biryarnameyan rê li ber vekir ku em bibe serokwezîr û hem jî serokkomar.

Weke ku tê dîtin li pey rêya Hîtler diçe. Pêşî rêya hilbijartinê bi kar anî, piştî ku desthilatdarî bi dest ve anî, pêşî bi hin derdoran re tifaq danî, piştre jî, yên ku jê re asteng bûn- di nav van de,ên ku herî pir destek didanê jî hebûn- yek bi yek tasfiye kir.  Mirov dikare van du navan jî bike kirdeya vê hevokê.

Hîtler bi zext û zilma ku aqil û wijdanê ku mirov nikare ragire hewl da ku vîna civakê bişkîne. Li gel 6 milyon Yahûdî yên ku kuştin, her wiha ji milyonekê zêdetir çîngene, şahide Yehova, hevzayend, siyasetmedarên muxalîf, komunîst û astengar kuştin.

Hîtler rê li ber Şerê Cîhanê yê Duyemîn vekir û bû sedema mirina 5o milyon mirov û her wiha bû sedem ku mirovahî bi salan neyê ser xwe. Hîtler, di serî de Avûstûrya êrîş bire ser Çekoslovakya, Polonya, Danîmarka, Norwêç, Belçîka, Hollnada û Fransa û Ewropaya rojhilat jî.

Erdogan jî Hîtler dişopîne û dibêje ew ê li dijî her kesî şer ragihîne. Dibêje ew Peymana Lozanê qebûl nake, bi ser de ew ê 22 milyon kilometre bi berfirehî û dirêjahiyê ya Osmanî dîsa bi dest bixe. Ji bo ku vegere ser xaka Osmaniyan yên beriya Lozanê dive pêşî biçe Helebê, ji wir biçe Mûsil, Kerkûkê. Her wiha dive biçe Batûm û Selanîkê jî. Ango faşîzma Erdogan hîç li ber devê xwe nanere û dibêje wê şer bibe Sûriyê, Iraqê, Gurcîstanê, Yewnanîstan, Bulgarîstanê û heta bi kûderê biçe ew ê bibe. Dema ku mirov li daxuyaniya Civîna Desteya Ewlehiya Tirk (MGK), ya 28’ê Adara 2018’an binere wê were dîtin ku vê gavê Sûriye, Iraq, Qibris û Yewnanîstan hedef e.

Di dema xwe de ji bo ku rê li ber Hîtler nehatibû girtin Ewropa û mirovahiyê pir mezin winda kiribû. Bi ser de, welatên Ewropa ji bo ku demeke dirêj, ji ber sedema berjewendiyên germarî çavê xwe ji Hîtler girtin pir perpitîn.

Niha jî, ji bo ku çavê xwe ji Erdogan re digirin, hem mohra xwe li talokeyeke mezin didin û hem jî li cem neqencî û tarîtiyê dimînin. Divê em bizanibin; ‘’Ji bo serfiraziya neqenciyê tişta hewce ne tenê bihêzbûna neqencan e. Berovajî, tiştek nekirina qencan e jî.’’

Tişta ku em dixwazin bibêjin, herî baş Martîn Nîemoller gotiye, ku di dema xwe de li dijî Hîtler nesekiniye: ‘’Dema ku Nazî ji bo komunîstan hatin min deng ji xwe dernexist, ji ber ku ez na komunîst bûm.

 Dema ku ji bo ku demokratên sosyal hatin, min deng dernexist, ji ber ku ez ne demokratê sosyal bûm. Dema ku ji bo sendîkavanan hatin, min tiştek negot, ji ber ku ez ne sendîkavan bûm.

Piştre ji bo Yahûdiyan hatin, min deng dernexist, ji ber ku ez ne Yahûdî bûm.

Dema ku ji bo min hatin, ti kesî ku deng derbixe nemabû.’’

Naxwe êdî dema wê ye ku mirovên qenc zêdetir kar bikin.