Li Dersimê banga ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn

Ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê li Dersimê 17'ê Gulanê merasîmeke girseyî ya bîranînê pêk were.

Beriya bîranînê heyetek ji parlamenterên DEM Partiyê, komeleyên Elewiyan û nûnerên saziyên civakî yên sivîl serdana dikandaran û gel kir.

Hate ragihandin ku bîranîn wê sibe saet di 13:00 de li Qada Seyît Riza pêk were. Heyetê bang li gel kir ku bi xurtî tevlî bîranînê bibe û bal kişand ser 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ku 27'ê Sibatê kir.