Li Danîmarka û Elmanyayê azadî ji Ocalan re hate xwestin

Kurd û dostên wan ên li Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe didomînin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon a 3 rojan destpê kir.

Çalakiya di pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê de li qada herî qelebalix a bajêr Gammeltorvê hate lidarxistin. Domahiya 3 rojan, wê kon saet 18.00-22.00’an vekirî bimîne, azadiya Ocalan bê xwestin û têkîldarî şert û tecrîda li Îmraliyê gelê Danîmarkî bê agahdarkirin.

Her wiha wê li kon sînevîzyonên têkîldarî Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd bên pêşendan.

Danîmarkî jî ji bo agahiyên pêvajoyê eleqeyek mezin nîşanî kon didin. Piraniya Danîmarkiyan dibêjin ku ji nêz ve têkoşîna ku Kurd dimeşînin dişopînin û destek didinê.

Her wiha, îro wê Însiyatîfa Ciwanan a Danîmarka jî li navenda bajarê Kopenhagê çalakiya bêîtîatiya sivîl li dar bixe.

Dîsa roja Şemiyê jî saet 18.00’an wê li Kopenhagê bi konvoyek bîsîkletan ve tûrek saetekê bê avêtin.

ESSEN

Li bajarê Essen ê Elmanyayê jî di pêşengiya Meclîsa Jinê ya Berîvan Şengal de ji bo azadiya Ocalan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku belavok hatin belavkirin, paraznameyên Ocalan jî hatin xwendin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

...