Li Clevelandê dema polîs zarokê 12 salî qetil kir
Li Clevelandê dema polîs zarokê 12 salî qetil kir
Li Clevelandê dema polîs zarokê 12 salî qetil kir
Dîmenekî piştî daxuyaniya ku hat ragihandin polîsê li Fergûsona eyaleta Mîssoûrî ciwanekî reşik qetil kir wê neyê darizandin hat weşandin, bandoreke mezin li rojevê kir. Zarokê reşik ê 12 salî yê çend roj berê li eyaleta Ohio hat qetilkirin, derket holê ku nehatiye hişyarkirin û yekser ji aliyê polîs ve hatiye qetilkirin.
Li ser bûyera qetilkirina Tamîr Rice yê 12 salî, ku di 24'ê Mijdarê de li Clevelanda eyaleta Ohio hat kuştin de, dîmenê bûyerê derket holê. Di dîmenên ji aliyê polîs ve hat weşandin de, zarokê ku bi çeka pêlîstok digeriya, dema nêzî wesayîta polîsan dibe, yekser tê kuştin.
Di dîmen de bi zelalî xuya dike ku ya di destê Tamîr Rice debanceyeke pêlîstok e, lê polîsê ji wesayîtê peya dibe, bêyî bisekine gule berdide zarok.
Piştî bûyerê, polîs bi awayekî demkî ji wezîfeyê hatin girt.