Di qada daristanî ya qûntarên Çiyayên Amanosê şewat derket.
Duh şev di demjimêrên 22.00’an de ji ber sedema bayê têlên ceyranê li hev ketin û li gundên Suçikagi, Sakik û Yarikkaya yên girêdayî navçeya Îskenderûna Hatayê şewat derket. Piştî demek kurt agir gurbû û belavî herêmên daristana kizilçam yên Çiyayên Amanosan bû.
Yekîneyên îtfayê mudaxeleyî agirkirin, her wiha hemwelatiyên herêmê jî alîkarî dane yekîneyên îtfayê. Agirê ku li herêma çiyayî ya hinek malên gundê Suçikagi lê heyî jî bibandor bû, bû sedema şewitîna hinek malan jî. Hinek mal jî ji bo tedbîrê hatin valakirin. Yekîneyên Midûriyeta Îtfayê yên Şaredariya Antakya û Şefîtiya Karsaziya Daristanên Hatayê qismek şewat xistin bin kontrolê. Her wiha xebatên vemirandin û cemidandinê berdewam dike.