Li Ceyhan û Gumuşxaneyê 11 girtî ketin gireva birçîbûnê

Li Ceyhan û Gumuşxaneyê 11 girtî ketin gireva birçîbûnê

Li Girtîgeha Tîpa M ya Ceyhanê 8, li Girtigeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê jî 3 girtî bi tevahî 11 girtî ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Tevlêbûna girtiyan ya gireva birçîbûnê ya li girtîgehan her ku diçe zede dibe. Girtiyên ku ji bo daxwazên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên azadî, ewlehî û tenduristiyê û her wiha daxwazên perwerdeya zimanê zikmakî û statûya gelê Kurd di 12'ê Îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin, çalakiya xwe bi biryar didomînin.

Li girtîgeha Tîpa M ya Ceyhanê 8 girtî ji 12'ê Cotmehê û şûn ve dest bi çalakiya gireva birçûbûnê kirin. Kesên ketin girevê navê wan wiha ye: Îbrahîm Dogan, Murat Çîftçî, Mahsum Ozdemîr, Faruk Budak, Mehmet Guler, Metîn Korkmaz, Yilmaz Yildiz û Recep Dogan ketin çalakiya gireva birçîbûnê.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşxaneyê jî Îbrahim Ogur, Suat Sansur û Kasim Sozen bi heman armancê di 14'ê Cotmehê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.