Li Çewlîkê di doza şermê de dawî li karê 8 çawîşên pispor hat anîn!
Li Çewlîkê di doza şermê de dawî li karê 8 çawîşên pispor hat anîn!
Li Çewlîkê di doza şermê de dawî li karê 8 çawîşên pispor hat anîn!
Wezîra Polîtîkayê Civakî û Malbatî Fatma Şahîn diyar kir ku di di lêpirsîna der barê bûyera tecawiz û îstîsmara zayenî ya li hemberî zaroka 16 salî E.A ya li Çewlîkê pêk hat de, 8 çawîşên pispor tê têkiliya wan ji Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) hatiye birîn.
Fatma Şahîn ev daxuyanî li ser hesabê xwe yê Twîtterê vegotin.Şahîn der barê bûyera keçika biçûk ya 16 salî ku di rayagiştî de deng da de wiha got: “Di vê mijarê de agahiya min girtiye ez bi we re parve dikim. Hun dizanin ku li Çewlîkê zarokek keçik rastî tecawiza 8 çawîşên pispor hatibû. Em wek wezaretê tevli dozê bûn û me îtîrazê biryara darizandinê negirtî kiribû û me xwest ev biryar bê xerakirin. Em doz dişopand.darizandin hêj didome. Dewleta me jî biryara xwe didomîne. Niha dawî li karê 8 kesan hatiye dayîn.