Li Çelê 3 kes hatin binçavkirin
Li Çelê 3 kes hatin binçavkirin
Li Çelê 3 kes hatin binçavkirin
Li Çelê, bi hinceta beşdarî çalakiyên ji bo Kobanê bûne, 3 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Colemêrg Çelê, polîsên tîmên taybet danê sibê avêtin ser hin malan. Li dû lêgerîna li malan kesên bi navê Firat Çetînkaya, Nîhayî Çetîn û Şehrîban Çetîn hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku her sê kes bi hinceta beşdarî çalakiyên ji bo Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê bûne hatine binçavkirin û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.