Li Çanakkaleyê yekineyên midûriyeta polîsan di ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malên xwendekaran de herî kêm 10 kes binçavkirin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Çanakkaleyê serê sibê di demjimêr 06.30'an de di ser gelek malan de girt. Polîsên TEM'ê di ser malên xwendekarên zanîngehê de girt û xwendekarên bi navê Ruken Yanik, Îzzet Coşkun, Nimetullah Yilmaz, Latife Abîç û Leyla Eylem Înce Dursun binçav kirin. Polîsan li navçeya Bigayê jî welatiyên bi navê Ethem û Salih ku paşnavê wan nehat zanîn binçavkirin. Dîsa karkerê avadaniyê Hasan ku paşnavê wî nehat zanîn binçavkirin. Hate zanîn ku operasyon didome.