Li Bremenhavenê Newroz hate pîrozkirin

Li bajarê Bremenhaven ê Elmanyayê Newroz hate pîroz kirin.

Bi sedan kesî li Spiel Platzê kon veda û bi şîara ‘Her der Efrîn, her der berxwedan’ Newroz pîroz kirin.

Parlamenterê Die Linke Prof. Günter Marksizim, Foruma Demokrat^k, Komîteya Pîştevaniya ji bo Efrînê, Aka Migrosyona, Nûnerên Saziya Elewiyan, Saziya Mafên Wekhev û Dêrê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di axaftinan de berxwedana Efrînê hate silavkirin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî hate şermezar kirin.

Li aliyê din di axaftinan de hate gotin ku Elmnaya bi çekên dide dewleta Tirkiyeyê hevkariya dagirkeriyê dike û pîrozbahî bi stranên hunermed Özgür Cömert û Qoruya Jinan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Bremenhavenê û bi govendê dewam kir.