Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê di serdegirtina malan de tevî Selahattîn Barut ê ku 72 salî gelek kes hatin binçavkirin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Bismîlê serê sibê li navçeya Bismîlê ya Amedê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de Selahattîn Barut ê ku 72 salî û gelek kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Bîsmîlê. Sedema binçavkirinan nehate zanîn.