Li Bexda kampanya ‘Azadiya Ocalan’ didome

Li Bexda kampanya ‘Azadiya Ocalan’ didome

Li paytexta Iraqê Bexdayê kampanya komkirina îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan berfireh dibe û îro jî ji aliyê RJAK'ê ve îmza hatin komkirin.

Li paytexta Iraqê Bexdayê kampanyaya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirin berfireh dibe. Di çarçovaya kampanyayê de li ser Cadeya Mutebenî û Sûka Sera komkirina îmzeyan berdewam kir. Rêkxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) li Parka Elzehra ya dikeve rojavayê Bexda ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmze berhev kirin.