Li Bernê çalakiya bêîteatiya sivîl a ciwanên Kurd
Li paytexta Swîsre Bernê, ciwanên Kurd duh êvarê li avahiya Radyo û TV ya SFR çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.
Li paytexta Swîsre Bernê, ciwanên Kurd duh êvarê li avahiya Radyo û TV ya SFR çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.
Ciwanên li avahiya navendî ya Radyo û TV ya SFR çalakiya bêîteatiya sivîl kirin, tecrîda şidandî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û ji çapemeniyê xwestin, van şert û mercên îşkenceyê ji nedîtî ve neyê.
Ciwanan gotin, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo jiyaneke bi hev re ya gelan û demokratîkbûna Rojhilata Navîn xwedî paradîgmayeke mezin e, divê derhal azad bibe" û dosyayek pêşkêşî nûnerê televîzyonê kirin.
Nûnerê SFR jî diyar kir, ku ew dixwazin li ser rewşa Ocalan û têkoşîna azadiyê ya 40 salan a li Kurdistanê hevpeyvînê bikin.
Ciwanan dan xuyakirin ku ew ê ji bo azadiya Ocalan çalakiyên xwe zêde bikin û bi qîrîna dirûşmeyan çalakiya xwe qedandin. Lê belê polîsan ciwan li derve sekinandin û bi rengekî kêfî nasnameyên wan kontrol kirin. Ciwanan diyar kirin, ew mafê xwe yê çalakiya demokratîk bi kar tînin û kontrola nasnameyan a kêfî ku bi qasî saet û nîvekê dewam kir, şermezar kirin.