Li paytextê Elmanya, Berlînê bi boneya pistgiriyê bidin endamên PKK û PJAK'ê yên di 21 îlonê dest bi greva birçîbûnê kiribûn mşsek hat lidarxistin.
Di meşa ku gelek kes tevli bûn de ji raya giştî ya Elman re peymana 'Li hemberî çalakiya greva birçîbûnê bêdeng nemînin' hat dayîn. Meşa ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk ya Berlînê ve hatiye lidarxistin saet di derdora 14,30'an de li Qada Alexanderplatz a li navenda bajar dest pê kir. Saziyên penaberan ên Tirkiyeyî û komên çepgir ên Elman jî piştgirî dan meşê. Nêzî hezar kes tevli vê meşê bûn.
Di meşa ku heta Deriye Brandenburg Tor berdewam kir de çalakger nêzî 5 kîlometre rê meşiyan. Çalakgeran sloganên "Bijî Serok Apo" û "Çalakgerên greva birçîbûnê netenêne" berz kirin. Di meşa ku pêkutiyên AKP'ê yên li ser kurdan hatin şermezarkirin de bang hat kirin ku ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê de di zûtirin dêmê de dest bi hewldanan bê kirin.
Piştî çalakiya nêzî 2 saetan dom kir girseyê li ber Deriyê Brandenburg a navdar mitîngek biçûk jî lidarxist. Di axaftinên vir yên bi tirkî û kurdî hatinkirin de hat xwestin ku daxwazên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên wekî mafê tenduristî, ewlehî û azadiyê bicih werînin.
Girse piştî mitîngê belav bû.