Li Berlînê dê meşa piştgiriya ji bo greva birçîbûnê bê lidarxistin

Li Berlînê dê meşa piştgiriya ji bo greva birçîbûnê bê lidarxistin

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ku ji 12’ê Îlonê ve ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve hatine destpêkirin, ket roja 38’emîn. Ji bo piştgiriya bi girtiyan re Kurdên li Ewropayê dest bi hewldana kir. Dê roja yekşemê li paytexta Almanya Berlînê meşek bi qasî 6 km ê lidarxistin û piştgirî bibin çalakgerên greva birçîbûnê.

Meşa ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk a Kurdan ve tê organîzekirin, dê saet di 14.00 de li Weltuhr a li qada Alexanderplatz a Berlînê dest pê bike. Meş dê heta Deriyê Brandenburgê berdewam bike. Kurd dê di meşên de balê bikişînin ser çalakgerên greva birçîbûnê û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên şerxwaz ên dewleta Tirk.

Endamê Meclîsa Gel a Demokratîk Abdullah Tîmûr der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku tevî destûra ji bo meşê, hemû amadekarî hatine kirin. Tîmûr bang li her kesê ku naxwazin mirin çêbibin kir ku beşdarî meşê bibin û got; “Her çendî parlementer û rêxistinên saziyên sivîl banga bihîstiyariyê dikin, lê mixabin heta niha hukûmeta AKP’ê û serokwezîrê Tirk Erdogan ji bo rawestandina grevê tiştek nekirine.”

LI NAVENDA BAJÊR 4 SAET MEŞ

Tîmûr diyar kir ku ew bêdengiya hukûmeta Tirk û cîhanê ya li hemberî greva birçîbûnê protesto bikin û got; “Em pir bi fikar in. Mirovên 30 roj di greva birçîbûnê de êdî digihin ber mirinê.” Tîmûr da zanîn ku dê meşa wan 4 saetan bidome û bang li hemû Kurd û dostên wan kir ku beşdarî vê meşê bibin.