Li Berlîn û Hambûrgê çalakiyên edaletê
Li Berlîn û Hambûrgê çalakiyên edaletê
Li Berlîn û Hambûrgê çalakiyên edaletê
Li Berlîn û Hambûrgê, ji bo aşkerakirina kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, li ber sefaretxaneya bilind a Fransayê çalakiya 'Bêdengiya we ji hevpariya we ya sûc e?' hat lidarxistin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku jinên Kurd ên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin, moralê didin jinên cîhanê.
BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, vê hefteyê jî çalakiya "Bêdengiya we ji hevpariya we ya sûc e?" li ber sefaretxaneya bilind a Fransayê hat lidarxistin. Çalakgeran pankatra bi nivîsa "Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" vekirin û dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Şehîd Namirin" qîriyan. Xwepêşandêran wêneyên Dogan, Cansiz û Şaylemez vekirin û belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî belav kirin. Di belavokan de bal hat kişandin ser bêdengiya hikûmeta Parîsê li pêşberî komkujiya 9'ê Çileyê.
Di daxuyaniya li çalakiyê de hat gotin, "Jinên Kurd ên li Şengal û Kobanê li hemberî DAIŞ'ê li ber xwe didin, di têkoşîna li hemberî şer û şîdetê de moralê dide hemû jinan. Ji ber ku ruh û daxwaza têkoşînê ya rêhevala Sara rê nîşanî berxwedêrên li Rojava dide."
HAMBÛRG

Kurdistaniyên li bajarê Hambûrgê jî careke din bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn, li ber Serkonsolosliya Fransayê çalakiya nobedê lidar xistin û ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, edalet xwestin.
Kurdistaniyan li ber konsolosê pankart vekirin û diyar kirin ku çalakiya wan a di dorê de wê roja Çarşemê saet di 16:00 de li ber Saturn a li Monckebergstrasseyê pêk were.