Li ber Wezareta Dadê piştgiriya çalakiya birçîbûnê

Li ber Wezareta Dadê piştgiriya çalakiya birçîbûnê

Endamên ÎHD, TÎHV, ÇHD, TTB, KESK û DÎSK’ê ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya li zindana hatiye destpêkirin ber bi Wezareta Dadê ya Tirk ve meşiyan.

Parêzvanên mafê mirovan û endamên rêxistinên ked û pîşeyê li ber YKM’ê kombûn û pankartên “Bila zindan nebin malên ‘mirinê’” vekirin û sloganên “girtiyên şoreşger onûra me ne” û “Tecrîdê rakin, mirinan rawestînin” qêriyan.

Serokê giştî ye ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci, Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, Alîkara HevserokênBDP’ê Meral Daniş BEştaş, Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli tevlî çalakiyê bûn.

Piştî meşê Turkdoganê ku li ber Ek Bîna Wezareta Dadê daxuyanÝî xwend, bibîrxist ku çalakiya birçîbûnê di roja 42’emîn de ye.

Turkdogan ragihand ku, çalakiya birçîbûnê ne şêweyek yê întîharê, şêweyekî protestoyê ye. Turkdogan destnîşan kir ku, armanca wê ya bingehîn ne mirine.

Turkdogan aşkera kir ku, kesên di çalakiya birçîbûnê de pêwîste rojane mîktarek diyar, av, xwê, şekir û vîtamîna B1 bigirin, her wiha şiyariya ger çareseriyek neyê hilberandin dê mafê jiyan û tenduristiya bi hezaran kesî bikeve xeteriyê.

Turkdogan anî ziman; “ Ji bo rewşek weke ya çalakiya birçîbûnê ya sala 2000’an ku di encamê mudaxele û berdewama çalakiya birçîbûnê de bi dehan kes mirin û bi sedan kes jî seqet man dernekeve pêwîste ‘Wezareta Dadê serlêdanên odeya tabîban û parêzvanên mafê mirovan yên jib o serdana zindanan qebûl bike û destûr bide. Pêwîste rêveberiya girtigehê çalakvanên çalakiya birçîbûnê tenê nehêle û nexe nava tecrîdê bila ji van pêkanîn xwe dûrbixin, beriya cejna ku nêz dibe jî pêwîste ava bitendurist, xwe, şekir û vîtamîna B1 ya ku jib o jiyanê pir girînge bêne cih anîn û bigehînin çalakvanê ku dixwaze.”

Turkdogan diyar kir ku, pêwîste desthilata siyasî berî ku mirin çêbibin daxwazên çalakvanên birçîbûnê binirxîne û bibîrxist ku, di çalakiyên birçîbûnê de ji salên 1980’an de heya niha 144 kesan jiyana xwe ji dest dane. Turkdogan wiha berdewam kir: “Jib o li Tirkiyeyê mirinên nû çênebin em bang li hikumetê dikin ku, hînbêhtir berpirsyar nêz bibe û pêvajoyê tengavtir nekin. Pêwîste pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan çareser bibe. Ji ber vê çendê di destpêkê de ji nûnerên saziyên me û kesen hîstiyar pêwîste bêxin navbeynkariyê.”