Melayê gundê Zorave yê navçeya Bazîdê ya Agiriyê Mehmet Uzun mirî hate dîtin.
Li gorî agahiyan hinek kesan saet di 21-22.00'an de deriyê mala melayê gundê Zorave yê Bazîdê Mehmet Uzun xistin û jê re gotin "Pirsgirêkeke ku em bi te re biaxivîn heye" gazî kirin derve. Piştî demekê li ser mela vegeriya hevsera wî bi guman bû û piştî li ber malê hevserê xwe nedît agahî da keyayê gund. Piştî demekê gundî li mela geriyan.
Gundiyan cenazeyê mela Mehmet Uzun derveyî welatî peyda kirin. Piştî agahî dan leşkeran, yekîneyên leşkeran li cihê bûyerê lêkolîn kirin û cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê. Pişt re cenaze şandin Saziya Tipê ya Trabzonê. Têkildarî bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.