Li navçeya Bazarcixê erdheja tundiya 4.6 pileyî rû da.
Li gorî agahiyên Enstutiya Lêkolîna Erdhej û Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî di demjimêr 04.16’an de navend Gundê Ordekdede yê ser bi navçeya Bazarcixa Mereşê, di kûrahiya 9.2 kîlometre rû da. Li gorî pîvana Richter erdhej bi tundiya 4.6 pileyî rû da.