Li Bartinê di kana komirê de teqîn û hezan çêbûn - HATE NÛKIRIN
Li navçeya Amasra ya Bartinê, di kana madenê de teqîn çêbû. Hat diyarkirin ku di bin erdê de karker hene.
Li navçeya Amasra ya Bartinê, di kana madenê de teqîn çêbû. Hat diyarkirin ku di bin erdê de karker hene.
Li navçeya Amasra ya Bartinê, li Midûriyeta Miesese ya Amasra ya Saziya Komira Kevir a Tirkiyeyê, saet nêzê 18.45’an teqîn çêbû. Piştî teqînê, tîmên xelaskirinê, yên û agirkujî û tendirustiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Waliyê Bartinê Nûrtaç Arslan da xuyakirin ku teqînek çêbûye, lê ji ber çi çêbûye hêj ne diyar e.
Hat zanîn ku 47 karkerên madenê di bin erdê de mane. Li gorî agahiyên hin çavkaniyan jî hejmara karkerên asê mane 90 e.