Li Rîzeyê şape rabû, 5 kes mirin
Li Rîzeyê ku bajarekî li Derya Reş e, şape rabû û 5 kes mirin.
Li Rîzeyê ku bajarekî li Derya Reş e, şape rabû û 5 kes mirin.
Li bajarê Rîzeyê yê li Derya Reş duh piştî nîvro bareke zêde bariye û ji ber barana zêde mirov mirin. Ji ber barana zêde gelek dever hêrivîn. Ji ber baranê li gelek deveran lehî rabû, pênc kesên ku bi ber avê ketin, mirin.
Agahî hê jî ji sê kesan nayê û xebatên ji bo kesên winda bêne dîtin, didomin.
Li bajêr di nav 7 saetan de 220 kîlogram baran bariya, çem rabûn, rê hatin girtin.