Li dibistanek seretayî ya navçeya Nazîllî ya Aydinê ji ber şîrê AKP’ê yê bilavkirine 75 xwendekar jehrî bûn û rakirin nexweşxanê.
Îro di demjimêrên sibehê de ji ber şîrê li Dibistana Seretayî ya Orhangazî ya Navçeya Nazîllî xwendekar jehrî bûn. Ji ber ser êş û mîde rabûnê 75 xwendekarên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nazîllî û ocaxên tenduristiyê yên derdor. Hat tespît kirin ku 6 xwendar jehrî bûne, dermankirina xwendekarên din yên li nexweşxaneyê jî didome.