Li Avîgnonê salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê hat silavkirin

Kurdistaniyên li bajarê Avîgnon ê Fransayê hatin ba hev, bi coşek mezin salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Merasîm pîrozbahiyê li salonek girtî ya li navenda bajêr, ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna Demokrasî û Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Ciwanan eleqeyek zêde nîşanî merasîmê dan û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku bi PKK’ê re serkeftin û azadî nêz e.

Di merasîmê êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla pêk tîne hat protestokirin û sînevîzyonek têkildarî PKK’ê hat temaşekirin.

Piştî sînevîzyonê hunermendên Kurd derketin ser dikê û bi gotina stranan govend hat gerandin. Beşdaran bê navber dirûşmeyên “PKK gel e, gel li vir e” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Merasîm bi gerandina govendê û stranan bi dawî bû.