Li Antalyayê di febrîqeyê de teqîn: Mirî û birîndar hene

Li Antalyayê di febrîqeyê de teqîn: Mirî û birîndar hene

Li Herêma Pîşeyî ya Organîze ya Antalyayê di febrîqeyekê de teqînek pêk hat. Di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Antalyayê di febrîqeya şûştinê ya Teskstîl a Endustriyel a Spî ya Herêma Organîze, saet di 08.30’an de teqînekê rû da. Di teqîna ku di qazana dûkelê de pêk hat li gorî agahiyên destpêkê 2 karkeran jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.

ŞAREDAR: 3 GIRAN 13 BIRÎNDAR HENE

Ambulans û ekîbên arkujiyê hatin cihê bûyerê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Menderes Turel diyar kir ku di teqînê de 2 kes mirine û 3 giran 13 kes birîndar bûne. Turel da zanîn ku sedema teqînê hê nehatiye zanîn.