Li Amedê, minubusa karkerên kargehê ji bin kontrolê derket û teqle avêt, di encamê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan, 7 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, di demjimêrên danê sibê de li Amedê, minubusa bi plaka 12 AP 479 ya şîrketeke taybet ku karkerên kargehê digir û ji aliyê Ahmet Ekîn ve dihat ajotin, ji bin kontrolê derket û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî birîdnar bûn.
Hate znaîn ku Ahmet Ekînê 39 salî li cihê bûyerê, Cafer Yildiz jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Amedê jiyana xwe ji dest da. Di qezayê de kesên bi navê Îbrahim Kozoglu, Mustafa Kizoglû, Mehmet Yilmaz, Muzaffer Yilmaz, Kamil Yilmaz, Abdulkadir Duman û Memduh Keleş birîndar bûn û li heman nexweşxaneyê tên dermankirin.